Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Iraqê civiyan

Roja 10.04.2021 li Koşka Selam ya li Bexda birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê civiyan.

Li civînê de rewş û derfetên siyasiya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî û encamdana hilbijartina pêşwexta Encumena Nûnerên Iraqê hate guftûgo kirin û dûpat kir ku pêwîste bingeha hilbijartineke paqij bê rexsandin û guzarişta rasteqîneya îradeya dengderan û bi navê derbaskirina qeyran û nakokiyên niha û zaminkirina aramiya li paşerojê da bê.

Li civînê de bi girîngiyê ve behsa pejirandina yasaya budceya Iraqê ya sala 2021 û çespandina beşa Herêmê kirin, tekez jî kirin ku pêwîste budce bi navê dabînkirina xweşguzeraniya welatiyan û çareserkirina kêşeyên debarên jiyanê û mûçeyê da bê bi cîhkirin, heman demî de balkişandin li ser wê yekê ku pêwîste eve destpêka guftûgoyekî binyatnerane bê ji bo çareseriya hemû kêşeyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê be.

Li mijareke dinê civînê de guftûgo di derbarê pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê bi giştî kirin. Li vî derbarî de û bi mebesta derbaskirina gef û metirsiyan dakokiyê li ser yekxistina hêz û şiyanan û nêzîkirina bîr û boçûnên hêz û aliyan nakokiyên wan kirin.

Nerîna min :