Serok Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Komkara Erebî ve hate vexwendin

Roja 10.04.2021 li Bexda birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Ehmed Ebulxeyt Emîndarê Giştî yê Komkara welatên Erebî civiya.

Li kombûnê da rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî guftûgo kirin û her du alî rijd bûn ku çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda aramiyê ji bo Iraqê dabîn dike û piştî çareserkirina kêşeyan Iraq dibê welateke bihêz ya navçeyê û rola xwe ya navçeyî û navdewletî dibîne û tekez kirin ku ji bo derbaskirina dijwarî û gefên vê qonaxê, alîkariya Hewlêr – Bexda û hemû hêz û pêkhatan pêwîst û girînge.

Birêz Elxeyt balkişand li ser wê yekê ku Iraq çavkaniya mirovî û xwezayî ya dewlemend heye û hemû piştgîriyekê Komkara Erebî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li çareserkirina kêşeyên wan û derbaskirina dijwariyan û rûbirûbûna terorê de dûpat kir û birêz Serokê Herêm Kurdistanê vexwend ku serdana Baregeha Komkara Erebî ya li Qahîreyê bike.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku em li Bexda ne ji bo ku li gel berpirsên welat rewşa Iraq û alîkarî û hemahengiya ji bo rûbirûbûna gefan guftûgo bikîn û kêşeyan çareser bikîn, ji bo ewe jî îradeya çareseriya me li ser bingeha destûrê ye û divê hemû kêşe bêne çareser kirin heta ku aramî li Iraqê pêkbê.

Rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn, beşeke dinê mijarên vê civînê bûn.

Nerîna min :