CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Doktore Nemam Xefûrî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel malbata xwedê jêrazî Doktore Nemam Mehmûd Kake Ziyad Xefûrî Pizîşka Xwebexş û Xêrxwaz û çalakvana naskirî û bi hanaveçûyê koçberên Êzîdiyan û lêqewimiyan bi giştî, ji bilî pirse û sersaxiyê, hevsozî û hevxemiya xwe ya kûr li gel malbata xwedê jêrazî derbirî.

Rêzdar hêvî xwest xwedayê mezin giyana Doktore Nemam bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedarê bi kesukar û malbata wê ya niştimanperwer û heval û hevkarên wê bibexşê.

Ji aliyê xwe ve, malbata xwedê jêrazî spas û pêzanînên xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî.

Back to top button