Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 37 hezar û 303 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 155 kes jî bi Koronayê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 235 hezar û 298 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin û 37 hezar û 303 kes ji wan pozîtîv bûye.
Li gor amarên nû, ji duh heta îro 155 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 19 hezar û 925 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 277 hezar û 880 kes bi Koronayê ketine û 31 hezar û 385 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha heta niha 2 milyon 995 hezar û 33 kes jî ji vîrusê baş bûne.