Komisyona Pêşmerge di Parlamanetoya Kurdistanê de, ji Tirkiye û PKKê daxwaz dike ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigrin. Serokê Komisyona Pêşmerge jî diyar dike ku danîna bombeyan bo Pêşmerge li dijî bingehên mafên mirovan e û vî karî şermezar dike û herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku ji bo dûrxistina PKKê ji tixûbê Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bilî ku roj li pey roj jiyana xelkê Kurdistanê li deverên tixûb dixe metirsiyê û Tirkiyê ber bi nava xaka Herêma Kurdistanê dike û li ser rêya sereke bombeyan datîne bo hêzên Pêşmerge, di kiryara herî dawî de danîna bombeyekê bû li ser rêya sereke, ku ji ber wê bombeyê pêşmergeyek şehîd bû û pêşmergeyek jî birîndar bû.
Serokê Komisyona Pêşmerge yê li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirorî ev kiryara PKKê şermezar kir û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku hemû hewlên xwe bide, da ku PKKê ji tixûbên Herêma Kurdistanê dûr bixe.
Berî niha Parlamentoya Kurdistanê li ser rewşa deverên tixûbî hejmarek rasparde dabûn aliyên pêwendîdar, ku yek ji wan raspardeyan, dûrketina PKK û Tirkiyê bû ji sînorên Herêma Kurdistanê.
Cîgirê Serokê Lijneya Pêşmerge Usman Sêderî jî ji PKK û Tirkiyê daxwaz kir ku rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigrin û kêşe û aloziyan ji Herêma Kurdistanê dûr bixin.