Serok Mesûd Barzanî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku karbidestiya xwe bo xizmeta xelkê Kurdistanê bikar bînin.
Serok Mesûd Barzanî îro Şemiyê 13ê Adara 2021an pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û wezîrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.
Di destpêka civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî kar û bernameya Hikûmetê û pêngavên proseya çaksaziyê yên di warê karta petrol û Pêşmerge û kartên cuda yên din û pêngavên ji bo zêdekirina dahatên Hikûmetê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo welatiyan zanyarî dan.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku kabineya hikûmeta wek tîmeke hevahengî bê cudahî kar û barên xwe dike û got ku ser hewldana zêdekirina dahata xwe û pêşkeşkirina xizmetguzariyeke baş bo welatiyan berdewam e.
Ji aliyê din ve Serok Mesûd Barzanî jî behs rewş û pêşhateyên siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û got ku û pêşniyarên xwe bo amadebûna anî ziman.
Mesûd Barzanî ji ber karên tîma PDKê ya di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê de spasiya wan kir û got: “Divê di nava çînên civakê û xelkê hejar ê welat de bin û hemû hewldan li dora wê were kirin ku desthilat bi awayekî rast ji bo xizmeta xelkê were bikaranîn.”
Serok Barzanî tekezî li ser piştevaniya xwe bo hikûmeta kir û ji berpirsan xwest ku li ser proseya çaksaziyê bi awayeke cidî berdewam bin.