PolîtîkRojev

Li Iraqê cardin êrîşê bingehek Amerikayê kirin

Li Enbara Iraqê bi roketan êrîşê bingeha leşkerî ya Eyn El esed ya ku hêzên Amerikî lê dimînin kirin. Li gora agahdariyan ji çen deveran roket avêtine bingehê leşkerî yê Amerikayê.

Ajansa fermî ya Iraqê jî nûçeya êrîşkirina bingehê Eyn El Esed piştrast kir, di derbarê ziyanên çêbûyin tu agahdarî nedan. Derbarê êrişê de heta niha hikûmeta Iraqê ti daxuyanî nedaye.

Binkeya leşkerî ya Eyn El Esedê mezintirîn binkeya leşkerî ya Hêzên Hevpeymaniya ye li Iraqê.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di 26ê Kanûna 2018an de çûbû serdana wê binkeyê serbazî.

Ev me yekem car nîne bi mûşekan êriş li dijî Binkeya Serbazî ya Eyn El Esedê tê kirin, roja 8ê Çileya 2020an Îranê bi mebesta tolhildana Fermandarê Supaya Quds a Îranê yê berê General Qasim Sulêyman çend mûşek arastey wê binkeyê kiribû.

Back to top button