Civak

Mesaja hikûmeta Kurdistanê a cejna Remezanê

 

Bi minasebeta hatina cejna Remezanê, serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xelkê Kurdistanê dike.

Serokatiya hikûmeta Kurdistanê di peyma xwe a pîrozbahiyê de, bi germî cejna Remezanê li xelkê Kurdistanê pîroz dike û di xwaze ku, cejan aremezana îsal bi xêr,  xweşî, aşitî û aramî bi serl kurdistaniyan de derbas bibe. 

Bi minasebeta cejna remezana pîroz, hikûmeta Kurdistanê sozê dide hevwelatiyan ku, hikûmet dê li ser avakirin, xizmetkirin û dabînkirina pêdawîstiyên hevwelatiyan berewam be.

Ev li jêr teksta peyama serokatiya hikûmeta Kurdistanê:

 Bi minasebeta hatina cejna remazan apîroz, bi navê seroaktiya civata wezîrên herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên gerim li xelkê Kurdistanê bi giştî û tev misilmanên Îraqê û cîhanê dikîn.  Em  hêvîdar in ku, cejna remezana îsal bibe hokarê zêdetir xêr û xweşiyê, aşitî û aramiyê û bibe minasibetek bo karê bi hev re ji bona zêdetir xizmetkirina hevwelatiyan û bidestveanîna zêdetir destkeftiyan bo gelê me.

Bi vê minasebeta pîroz, hikûmeta herêma Kurdistanê careke din tekîd dike ku, li ser xebatên avadankirin, xizmetgozarî û dabînkirina pêdawîstiyên xelkî û karkirin ji bon bidestveanîna timama mafên miletê me, dê berdewam be.

Careke din cejna remezana pîroz li tev aliyan pîroz be

Seroaktiya civata wezîran 

Herêma Kurdistanê

18.08.2012

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button