Polîtîk

Ji polîsê ku Şerzan Kurt kuştibû re muebbet hat xwestin

 

Li Muglayê di 12ê Gulana 2010 an de, xwendevanê zanîngehê yê 21 salî Şerzan Kurt, ji aliyê polîsê 45 sal Gultekîn Şahîn ve, bi çekê hatibû kuştin. Polîs bi girtî dihat darizandin û dozger, ji bo wî cezayê muebbet yê heps xwest. 

Şerzan Kurt, li ser bûyer derketinê, ji aliyê polîsan ve gule xwaribû û rakiribûn nexweşxana zanîngeha 9ê Îlonê a Îzmirê lê Şerzan Kurt li nexweşxanê jiyana xwe wenda kiribû. 

Doza Şerzan Kurt doh li bajarê Eskîşehîrê li 1.Dadgeha Cezayê Giran  a Eskîşehîrê hate dewam kirin. Parlementerê BDPê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, bavê Şerzan Kurd û dayika wî û hin nûnerên saziyên sivîl doz şopandin. Li derdora edliyeyê hêzên ewlehiyê tevdîrên berfireh girtin.

Polîsê bersuc di îfadeya xwe de diyar kir ku wî gule berdaye hewa û lazime were berdan. Dadgehê daxwaziya wî qebûl nekir û biryar da ku bi girtî darizandina wî bê dewamkirin.  

Back to top button