CivakRojev

Li bakurê Kurdistanê jiyan ber bi normalbûnê ve diçe

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan piştî civîna hukumetê di derbarê rewşa Koronayê de daxûyaniyek da û hinek qedexeyên ji bo derketina derve û vekirina xwaringehan sist kirin.

Lo gora nexşeye Tirkiyê ya Koronayê hatî belav kirin bajarên Kurdistana Bakur, di asta Tirkiye de cihên herî zêde Korona kêm bûyî hate destnîşankirin. Herweha piraniya bajarên ku rîska Koronayê lş kêm bûyîn dê jiyana rojane heta radeyekî ber bi normalbûnê ve biçe.

Li hemû bajarên di kategoriya şîn de jiyana normal dest pê bike.

Bajarên ku Korona herî zêde lê kêm bûyîn: Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg. Sêrt, Êlih, Bedlîs, Wan, Mûş, Agirî, Îdir e. Ji Tirkiye jî bajarê Uşak e.

Di nexşeya Koronayê de bajarên rîska Koronayê lş kêm bûyî bi rengê şîn hatiye destnîşan kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button