PolîtîkRojev

Divê em feydeyê ji nakokiyan bibînin

Parlementerê AKPê yê Siwasê Ismet Yilmaz di axavtina xwe ya di parlementoyê de behsa Osman Ocalan kir û got: Divê dewlet feydeyê ji nakokiyên di nava rêxistinê de bibîne.

Tê zanin ku dema nameya Abdulah Ocalan di derbarê hilbijartinan de hatî eşkere kirin, Osman Ocalan di kanala televizyona TRT KURDî de tevlî bernameyekî bû. Ev yek di serî de ji aliyê CHPê û mixalefetê ve gelek hate rexnekirin û gotin ku; dewlet çewe dikare teroristekî tevlî bernameyeka kanala dewletê dike.

Demek dirêj ev yek hate gotubêj kirin. Heta niha jî dema behsa Ocalan tê kirin mixalefet vê yekê wek kêmasiyekî dide rûye hukumetê.

Parlementerê AKPê yê Siwasê Îsmet Yilmaz di parlementoyê de axavtineka xwe de ji bo van rexmeyên mixalefetê got: Elbet dê dewlet hewl bide nakokî, veqetandin û nexweşîyên di nava endam û gurubên rêxistinê de rûdidin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Yilmaz di axavtina xwe de dibêje:Herkes dizanê ku dewletên ku li himber terorê şer dikin xwediyê aqilekî ne. Dewlet nakokiyên navbera aliyên rêxistinê de bi kar tine.Ev yek li hemû deverên cîhanê welê ye.Tekoşîna li dijê terorê de gotareka AKPê heye. Ev helwesta AKPê mimkine zererekî bide partiyê,lê berjewendiya dewletê de ye. Ew partiya ewil bêje Millet û berjewendiya Milet li ser berjewendiya partiyê re bibîne, tu cara zererê jipêwendiyek bi vî cureyî nabîne.

Back to top button