Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di civînek a çapemeniyê de, behsa êrîşa li ser Hewlêr kir û ev êrîş şermezar kir.
Li ser pirsekî di derbarê êrîşa li ser Hewlêr Stoltenberg got ku,ji xwe ji bo van alozî ne aramiyê ew li Iraqê ne. Sekreterê NATO yê da xûyakirin ku, eger biryar bê dayîn, ewê bernameya xwe ya li Iraqê berfirehtir bikin, da ku bikaibin li himber grubêb çekdarên radikal bisekinin.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Stoltenberg got: DAIŞ ne tenê xeteriyê li ser xelkê Iraq û Sûriyê çêdike, herwiha gefek e li ser xelkê welatên endam di Hevpeymaniya me de jî, em ji ber vê alozî û ne aramiyê li Iraqê ne. Em ji bo alîkariya hikûmet û hêzên ewlekarî yê Iraqê li wê derê ne ji bo aramiya welatê wan biparêzin.
Di civîna NATOyê de, dê biryar li ser temamiya çalakiyên wê hevpeymaniyê li Rojhilata Navîn were dayîn.
Li gorî hinek çavkaniyan NATO dixwaze hejmara hêzên xwe yên li Iraqê ji 500 kesî, derxîne 4-5 hezar kesan û biryare ev plan piştî sivikbûna vayrûsa korona cîbicî bibe.