PolîtîkRojev

Behsa rastiya xwe bike!

Hunermanda Kurd Saide Înanç ku wek Canê tê naskirin, li Tirkiye hatibû girtin û piştre bi merc hate berdan.

Canê dema diçûya xwepêşandana HDPê ya Edirne  Otubusek a konvoya HDPê de hate binçav kirin. Herweha Canê gelek cara di medya civakî de daxûyanî di derbarê PKKê û HDPê de dabûn.Yanî Canê Hezîrana 2018ê bi sedema çalakiyên propaganda HDPê ya hilbijartina de hate binçavkirin. Herweha Dadgehê hinek weneyên Canê û çekdarên PKKê ku hevre hatibûn kişandin wek delîl dabûn nişandan.

Tora medya Rûdawê Canê re di derbarê girtin û berdana wê de hevpeyvînek çêkir.

Ev Nûçeya k udi Rudawê de hatî belav kirin e:

Hozana Kurd Canê Hunermenda Kurd a navdar Hozan Canê “Gelê Kurdistanê min bi tenê hiştin. Di şexsê min de, çanda min de, zimanê min de tevahiya çand û şexsiyeta gelê Kurd xistin wê zindanê.”

Hozan Canê piştî dadgehkirinê ji diderbarê dozê de ji Rûdawê re axivî.

Hozan Canê spasiya xwe ji Rûdawê re kir û dibêje “Ji bo ku dengê min gihandiye gelê Kurd spasiya xwe ji malbata Rûdawê redikim.”

Di derbarê doza xwe de Canê ragihand ku “Doza li dijî min ne dozeke hiqûqî ye, dozeke siyasî ye. Her carê tiştekî din dikin mene.”

Sedemên dirêjbûna dozê jî Canê bi vî rengî anî ziman “Almanya li hemwelatiyên xwe gelek xwedî dertê û piştgiriyê dide wan ji ber wî jî yên din dixwazin vê yekê bikar bîne.”

Canê gazinên xwe ji gelê Kurd kir û tekez kir “Gelê Kurdistanê min bi tenê hiştin. Di şexsê min de, çanda min de, zimanê min de tevahiya çand û şexsiyeta gelê Kurd xistin wê zindanê. Bê sûç û bê guneh 2 sal û 5 meh di zindanê de mam.”

Her wiha Hozan canê dibêje kesê ku li ser wê îfade daye berê yê HDPê bûye, îftîra avêt ser wê û niha jî reviyaye derveyî welat.

 Hunermenda Kurd Hozan Canê îro careke din hat dadgehîkirin û biryar e li Sêyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edirneyê hat  darizandin.

Hozan Canê ku navê wê yê resen Seîde Înanç e, bi hênceta ku endama rêkxistineke terorîstî ye, di 22ê Hezîrana 2018an de li Tirkiyê hetibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jê re hatibû birîn.

Canê, dema 2 sal û 5 mehan di girtîgehê de ma lê piştre bi biryara Dadgeha Pêdeçûnê (Temyîzê) di 1ê Cotmeha 2020an de bi merc hat berdan.

Dadgehê herwiha çûna derve û derketina ji Tirkiyê ji wê hunermenda Kurd qedexe kir.

Parêzerê Canê, Newroz Akalan ragihandiye, dadgehîkirina hunermend Canê îro li Sêyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edirneyê birêve diçe.

Akalan daye xuyakirin, ku tê çaverêkirin dadgeh îro biryara dawî derbarê hunermend Canê de bide.

Dema Canê di girtîgehê de bû, keça wê Gonul Ors serdana wê kiribû û ew jî hatibû girtin, lê piştre bi mercê qedexekirina derketina bo derveyî welat hatibû berdan.

Têbiniyek: Gelo Canê ji bo çi qazinda ji `Gelê Kurd ` dike û dibêje Kurda ez bi tene hiştim û Gelê Kurd li min xwedî derneket? Gerek carê bersivek ji van tiştare hebe. Bila Canê vekirî beje ku PKK/HDP li min xwedî derneket. Wek Canê bi xwe dibêje hinek endamên HDPê li Canê mikur hatine û ifade li dijê Canê dane. Lê Canê behsa wan nake. Ya hesanî herkes rastiya xwe veşêre û û gazinda ji Gelê Kurd bike.

Gerek Canê vekirî  rastiya xwe bîje û gazinde wê hebin ji havale xwe yên siyasî bike. Canê gele kurd hemûyê bi şexsiyeta xwe de dide nasandin, ev yek ne raste û Bila Canê behsa rastiya xwe bike,û li xwe mikur werê….

Back to top button