CîhanRojev

Îsrail bi tundî bersiva Blinken da!

Wezîrê derve yê Amerikayê Blinken di kanla televizyona CNNê de, bersiva pirsekî di derbar Girên Golanê de dabû.

Rojnemevanekî pirsî: Dê desthilata Biden girên Golanê wek beşek a Îsrail bibîne ?

Li ser vê pirsê wezirê derve yê Amerikayê Blinken gotibû:Pirsên yasayî ,ya ku serweriya Îsrail li ser girên Golanê nasbike tişteke.Eger di pêvajoyekî de rewş li Suriye bê guhertin, emê cardin vê yekê binirxînin lê niha em ji vê pirsê dûrin. Golan ji bo bergiriya Îsrarail gelekî girîng e.

Li ser vê daxûyaniya wezirê Amerikayê, li Îsrail ofisa serokwezîr daxûyaniyek da. Di daxûyaniyê de dibêje: Golan heta hetayê wek beşek ji Îsrail dimîne. Di derbarê Golanê de dîtina Îsrail gelek zelal e.

Berdewaiya daxûyaniyê de ofisa serokwezîrê Îsrail dibîje: Eger li ser devera Golan rojek ji roja behsa senaryoyekî bê kirin,dê girên Golan heta hetayê wek deverek a Îsrail bimîne.

Girên Golanê şerê navbera Îsrail û welatên Ereban de sal 1967ê, ji Suriye hatibû standin. Ji wê rojê heta niha di bin serweriya Îsrailê de ye.

Serokê berê yê Amerikayê Trump 25ê Adara 2019ê biryarek serokatiya Amerikayê derêxistibû. Hatibû ragihandin ku, Serweriya Îsrail li devera Golan ji aliyê Amerikayê ve tê naskirin û Amerika vê yekê dipejirîne.

Back to top button