Cîhan

Mafê 35 milyon kurd heye ku dewleta xwe ava bike

Li Îsraî dezgeha bi navê  “Jerusalem Center for Public Affairs”(Nawenda pêwendiyên li gel gel li Qudsê) lêkolînek di derbarê pirsa kurd  de pêkanî.Ev lêkolîn wek raporekî hate amade kirin.

Rapor ji aliyê şêwirmendê Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Îzak Rabîn Jacques Neriah ve hate amade kirin.Neriah ku şêwirmendê polîtîkaya derve ye, di raporê de destnîşan dike pêşveçûnên li Rojhilata Navîn dihêle ku kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin.

Neriah dide xuyakirin ku, di herêmê de 22 welatên ereba hene, divê Îsraîl di derbarê pirsa kurd de hişyar be.Herweha Neriah dide kifşkirin ku; Ji bo cihbicihkirina edaletê mafê 35 milyon kurd heye kêmasî dewletekî ava bikin.

Neriah dibêje: Li Iraqê dewletek serbixwe ya kurda ava bibe ev yek berjewendiyên Îsraêlê de ye jî.

Di derbarê siyaseta Tirkiye  de jî Neriah dibêje: Tirkiye wek berê li dijê avakirina dewletek kurdî li bakurê Iraqê nasekine. Lê pirsa kurdên Suriye dikarê bibe sedem ku Tirkiye siyaseta xwe di vîwarî de biguherê.

Back to top button