Misteşarê balyozê Rusya yê Enqere û serokê Nawenda Zanyariya Rusya li Tirkiye Aleksandr Sotniçenko da xûyakirin ku tu ofîsên YPG/PKKê li Moskova tuneye.
Li Enqere Enstitûya Ramanên stratejik (SDE) bi navê Piştî Şerê sar Siyaseta Rusya ya Derve li dar xist.Aleksandr Sotniçenko di panelê de axavtinek kir û behsa siyaseta Rusya ya derve, pêwendiyên Tirkiye û Rusya kir.
Aleksandr Sotniçenko behsa pêwistiya hevkariya Rusya û Tirkiye li dijê terorê kir û got: Em li Suriye û Libyayê pişgiriya aliyên cuda dikin. Lê ne Tirkiye û ne jî Rusya şerekî li nêzikî sinorên xwe naxwazin.Ji bo Amerika li Suriye bibe xwedî behrekî arikariya YPG/PKKê dike û çekan didê wan.Tu diyaloga me li gel YPGê tuneye.