Peyamnêrê Rûdawê da xûyakirin ku, îro firokeyên cengî yên Tirkiyê gundê Şênê yê li devera Pişder a Silêmaniyê bombebaran kirin.
Li gor agahiyên destpêkê, ji ber bombebaranê zirar gihîştiye hejmarek mal û avahiyên gundiyan, lê heya niha ti zirarên canî nebûye.
Qaymeqamê qezaya Pişder, Bekir Bayiz ji Rûdawê re ragihand, “firokeyên Tirkiyê derdora gundê Şênê û nêzîkî avahî û xaniyên xelkê bombebaran kirine.”
Bekir Bayiz got, “bi kêfxweşî ve zirarên canî nebûne, lê zirar gihîştiye hejmarek xanî û avahiyên gundiyan.”
Bayiz destnîşan kir, Şênê gundekî dûr û li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye û xelkê gund ajeldarî û cotkariyê dikin.
Ji aliyek din ve wezereta berevaniya Tirkiye di malpera xwe a Titterê de da xûyakirin ku, di êrîşek ezmanî li himber devera Qendilê kirine. Tirkiye îdia dike ku di vê êrîşê de 10 çekdarên PKKê ji holê rakirine.