PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Hêzê Asmaniya Iraqê kir

Roja 13/01/2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Şehab Cahid Zengene Fermandeyê Hêzê Asmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta bilindbûna pile û destbikarbûna wî ya wekî Fermandeyê Hêzê Asmaniya Iraqê, pîrozbahiyê li birêz kir û hêviya serkeftinê li erk û posta wî ya nû da xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser rola artêşa Iraqê wekî artêşeke niştimanî ya parêzgerî û berevanîkirina li welat û rûbirûbûna terorê kir û bîranîna sed saliya damezrandinê li artêşê pîroz kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Şehab Cahid Zengene Fermandeyê Hêzê Asmaniya Iraqê, ji bo pêşwazîkirinê spas û pêzanînên xwe ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî.

Back to top button