Divê tevgera kurd ji kesayetên keysperest bê pakijkirin!
Di siyaseta Kurdan de gelek cara hevaltî,berjewendiyên kesayetî û pêwendiyên rojane yên civakî dikeve pêşîya bîr û baweriyan û rê li perspektîfên siyasî digire. Belkî jî keşeya mezina tevgera Kurdistanî eve. Gelek cara hinek insan ji partiyekî bi sedemekî aciz dibin. Dê cih de xwe nêzikî partiya dijber dikin û hewldidin pêwendiya li gel wan deynin û hemû pêbextiyê li partiya xwe ya berê dikin. Lê piraniya cara ev tişt ji bo bejewendiyên kesayetî têne kirin.
Ji aliyek din xeletiyek a mezin ya aliyên siyasî jî di vê derbarê de heye.Dema ji aliyek dijber kesek xwe nêzik wan dike,di cihde pêşewaziyek germ lê dikin û heta hinek postên girîng jî pêşkêşê wan dikin. Ev helwestên du alî rê li kesayetên baş û berhemdar digire. Vêca ji projeyan behtir yan jî dîtinên zanistî behtir gotgotukên rojane rota siyasetê bi awayekî kifş dike.Ev yeke ku rê li ber gelek rastiyan digire.
Dema em îro qonaxa ku tevgera Kurd têre derbas dibe baş binirxînin dibînin ku, gelek kesayetên siyasî bê pîvan dikarin rojane helwesta xwe biguherin. Hinek vê zanebûn dikin ,ewilê cihê lingê xwe xweş dikin û piştre gava xwe tavêjin. Hinek jî bi nezanin vê yekê dikin û di cih de refa xwe diguherê û tiştên ku duhî diparastin îro dijûna lê dike û ditinên xwe bi gavekî de ew bi xwe mehkum dike.
Ev yek jî heta radeyekî tê fam kirin. Ji ber ku di hemû civatan de kesayetên bê îstikrar û keysperest gelekin. Berjewendiya wan li kû derêbin ew li wê derêne. Berê dubendiya gundan jî di vî awayî bû. Gelek cara hinek mirov di gundekî de tu kesayeta wan a xûyayî tunebû. Lê dema li Gund dubendiyek peyda dibûya,roj roja wan bû. Ew bi qimet dibûna û bi warê dubendiyê de nanê xwe dixwarin.
Mixabin îro di siyaseta tevgera Kurdan de jî ev yek heye û di vê qonaxê de hêjmara kesayetên keysperest gelek zêde bûye.
Her tiştek uselek xwe heye. Mimkine insanek baweri bernameya partiyek yan jî aliyek siyasî anîbe û wê siyasetê nêzik xwe bibîne û li gora wê jî tev bigere. Heta di civatan de propagandeya siyaseta lê Bawer bike û li gel wan bi çalakî xebatê jî bike. Rojekî mimkine baweriyên wî bê guhertin û xwe nêzikî aliyek din siyasî bike. Lê dema dijitiya siyaseta xwe û bîr û baweriyên xwe yên berê bike û ramanên cuda ku dijberiya ramanên xwe yê berê re biparêze, divê ji berî her tiştekî bikaribe bêje min duh xeletî kir îro ya rast dibînim van ramanên nû diparêzim. Yanî divê bi dilfirehiyekî nexda xwe ya zatî bike û pişre li gora siyaseta nû lê bawer tev bigere. Lê heman wek çûkê ji çekilekî xwe bavêje çekilek din, ev yek nabe û gerek di civata siyasî de ,ev kesayetên bê ehtubar bêne dûrxistin. Heyne ew dê aliyên siyasî jî bê ehtubar bikin.
Gerek kesayetek siyasî netirse dîtinên xwe vekirî bêje. Gerek çavê xwe li çewtiyan negire û dirûstî rexneyên xwe bike. Gerek ne berjewendiyên kesayetî ,berjewendiyên tevatî yên netewî wek pîvan bigre. Ev yek dê îstikrarek siyasî jî peyda bike û nahêle qada siyasî bibe cihê bazdana kesayetên keysperest.
Gelek cara mirov dibîne ku hinek mirovên keysperest çikas zererê didin partyên xwe û çikas dibin sedemê nakokiyên mezin di nava aliyên siyasî de. Bûyerên rûdidin rastiya van mirovan dertêxin holê,lê mixabin piraniya caran muhasebe li gel wan nayê kirin. Ji bo siyasetek bi istikrar û ji bo pakijiya siyasî û herweha ji bo pîvanên siyasetê bêne guhertin ,divê partiyên siyasî ji melaqa bê pakijkirin. Dê hingê reş û sipî behtir li gora rengê xwe bê xûyakirin.
5.01.2021
Analîz/Rojevakurd