CivakRojev

Tirkiye bingehên pasawanên sinor topbaran kir

Li gorakanala K24ê, Artêşa Tirkiyê şevê din binkeyên Fewca 2 ya pasevaniya sînorî ya Iraqê li nêzîkî gundê Keşanê yê ser bi nahiya Batîfa topbaran kir.”

Li gorî raporta han, nêzîkî 31 gulleyên top li nêzîkî gundê Keşanê û 15 gulleyên din jî li derdora komelgeha Batîfa ketine.

Ji ber hebûna binkeyên PKKê, Artêşa Tirkiyê bi awayekî berdewam deverên sînorî bombebaran dike, ji ber vê yekê jî çend var baregehên hêzên pasevaniya sînorî yên Iraqê, ketine ber bombebaranan û zirarên giyanî jî derketine holê.

Topbarankirina baregehên pasevaniya sînorî ya Iraqê ji aliyê topxaneyên Tirkiyê ve, di demekê de ye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja pêncşemê (17 Kanûna 2020) çûbû Tirkiyê û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kiribû.

Back to top button