Çeteyên girêdayê PKKê li rojavayê Kurdistanê cardin êrîş birin ser ofisek a ENKSê û agir berdan ofisê,Ala Kurdistanê şewitandin. Ev ne cara yekem e ku ev cureyên êrîşa ji aliyê çeteyên PKKê ve têne kirin.Tê zanin ku demek dirêj ofisên ENKSê û partiyên di nava ENKSê de girtîbûn û li rojavayê Kurdistanê qedexebûn. Lê di despêka hewldanên yekrêziya Kurdên Rojava li ser banga PYDê ENKSê û partiyên di nav de cih digrin ofisên xwe vekirin.
Taybetî di vê qonaxa êrîşên PKKê li başûrê Kurdistanê li dijê PDKê û hêzên pêşmergeyan destpê kirî, ba li rojavajî hate guhertin. PKK destoşkir cardin rêya diyalogê li aliyên Kurd li rojavayê Kurdistanê bigre. Dixweyê PKK di hewldanên xwe de serdikeve û rê li yekrêziya Kurdên rojavayê Kurdistanê digre. Ji ber ku eger li rojavayê Kurdistanê yekreziyek a Kurda pêkwerê û Kurd bibin xwedî stauyekî Kurdistanî,çengên PKKê dişkin.
Ji xwe eger ev yekrêzî pêkneyê di dawiyê de hêzên ku îro li deverê heyîn bi awayekî li bingehê xwe vedigerin û dibin beşek ji hêzên rejima Suriye. Ev stratejiya PKKê ye, heman tişt li Şingalê jî kirin û bûb beşek ji hêzên Heşda Şeibî.
Çend dimen ji ofisa ENKSê: