CîhanRojev

Biden: Demokrasî serket

Serokê Hilbijartî yê Amerîka Joe Biden daxûyaniyek da û got: Demokrasî serket. Ev daxûyanî piştî serokatiya Biden hate piştrastkirin hate ragihandin. Desteya Hilbijêran ya bo eşkerekirina serokê 46’an ya Amerîka kom bû, bi awayekî fermî ragihand ku di hilbijartinê de berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bi ser ketiye.

Biden got ku prinsîbên hukumranîyê hatin “dehifdan û têstkirin”, “gef xwarin” lê têk neçû.

Biden li bajarê xwe Wilmington li wilayeta Delaware daxûyanî da û got: Eger kesekî berê nizanibû, em niha dizanin. Tiştê ku di kûrahîya dilên Amerîkîyan de lêdide ew demokrasî ye, mafê ku dengê te bê bihîstin. Ku dengdana te bê hejmartin. Ku tu karibe serkirdeyên vî welatî hilbijêre. Ku em hukumranîya xwe bikin.

Biden di dîroka Amerikayê de dengên herî zêde berhev kirin 81 milyon deng standin.Biden roja 20 meha çile serokatiya Amerikayê bi awayek fermî dispêrî xwe û dest karê xwe dike.Ji nave di nava amadebeşîyek mezin de ye ku desteya rêveberiya Amerikayê ji nû ve ava bike.

Di pêvajoya radestkirina desthilatê de hinek tevlîhevî pêkhatibûn. Ji ber ku serokê niha yê Amerikayê Trump serî li dadgehan da û îdia dikira ku hilbijartin ne bi awayek demokratik çêbûne. Herî dawî dadgeha Bilind ku cihê biryara dawiyê ye daxwaziyên Trump red kir.

Back to top button