CivakRojev

Parlementerekî YNKê: Ji ber xatirê PKKê pêwendiyên me û Tirkiyê xirab bûne

Endamekî firaksyona YNKê li parlementoya Kurdistanê dibêje, ji ber alozbûna rewşa Silêmaniyê gelek bazirgan û sermiyandar bajar terikandine û dide xuyakirin, lazim bû PKK rewşa wan li ber çav girtiba.

Endamê firaksyona YNKê li parlementoya Kurdistanê, Osman Kerîm Siware ji BasNewsê re got, em li ser nêrîna xwe ne û piştevaniya daxwazên rewa yên xwepêşanderan in. Lê ewa ku îro diqewime, mixabin bûye sebeba wêranbûna Silêmaniyê. Çendîn sal e fişar li ser vê bajarî heye. Êdî her kes bêzar bûye.

Osman Kerîm Siware her wiha got, her kes dikare bi awayekî aştiyane nerazîbûna xwe nîşan bide û daxwaziyên xwe jî bîne ziman. Lê mixabin hinek kes tevlî xwepêşandanê bûne û berê xwepêşanderan didin baregehên partiyan û dezgehên hikûmetê. Kêmasî hene lê kêmasî bi şewitandin û wêrankirina nayên çareserkirin.

Wî parlementerê YNKê da zanîn, ji ber alozbûna rewşa Silêmaniyê gelek bazirgan û karsaz ji bajêr çûne û got, ev jî dibe sebeba wêranbûna bajêr.

Osman Kerîm Siware behsa rola PKKê jî di aloziyan de kir û got, me piştevaniya PKKê ki û ji ber wê jî pêwendiyên me bi Tirkiyê re xirab bûn. Lazim bû wan rewşa me li ber çavan girtiba. Divê li şûna alozkirinê, ew piştevaniya çêkirinê bikin.

Back to top button