Sittî Şen dayika 79 salî kirine zîndanê
Li bajarê Kurdistana Tirkiyê li Sêrtê, Sittî Şen a ku bi navê “dayika Sittî” di nav gel de tê naskirin, bi hinceta “propaganda rêxistine kiriye” salek û 8 meh cezayê girtîgehê danê û dayika 79 salû girtin zîndanê.
Sittî Şen, di çalakiya ku rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtinan dihat protestokirin de, di greva birçîbûnê de çima ku cih girtiye, dadgehê salek û 8 meh ceza jêre birî. Parêzeran îtîraz kir û serî li dadgeha bilind da. Dadgeha Bilind jî ew biryara skandal pejirand. Li vê, 14ê tirmeha 2012 an de, li ser rêya Amedê Sittî Şen, di nasname kontrolkirinê de hate girtin û şandine girtîgeha Sêrtê a girtî a tîpa E. Dayika ku nexwendin û ne jî nivîsandina wê heye, a 79 salî, niha li Sêrtê di girtîgehê de cezayê 20 meha temam dike.
Dayika Sittî an Sitti Şen, di jiyana xwe de pirr êş û kûl dîtine. Du zarokên xwe di vî şerî de wenda kirine. Keçika dayika Sittî a bi navê Gulistan, di sala 1993 an de, li herêma Sêrtê pêl mayina dike û jiyana xwe ji dest dide. Kûrê dayika Sitî a bi navê Mihemed, berê xwe dide çiya û tevlî refên PKKê dibe. Ew jî di sala 1996 an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Neqediya, kûrê dayika Sittî Abdullah jî, li Almanya di doza PKKê de girtî ye.
Kûrê Dayika Şen yê li Sêrtê dijî dibêje, dayika min ji bo ku vê xwînê rawestîne, ji bo ku şer û pevçûn biqedin û êdî zarokên ti kesan nemirin, tevlî Dayikên Aşîtiyê bû. Ji bo ku êş û jana ku wê kişandiye ti kes nekişîne, di nav çalakiyên aşîtiyê de cih digirt.
Îro, rojnamevan û nivîskarê naskirî Ahmet Altan jî, di gotara xwe a îro de, li ser neheqiya dayika Sittî disekine û di vê mijarê de bêdengmayina çapemeniyê rexne dike. Altan wiha nivîsandiye: Yên ku li Bahçeliewlerê 7 xort bi têlê fetisandin û kuştin serbest berde, dayika 79 salî jî têxîne hepsê, bi vê re jî bibêje edalet.