Serok: Belê me ciwanên kurdên Suriyê perwerde kirine
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe de eşkere kir ku, perwerde û rahênanê bi kurdên ji rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hene dikin û piştre jî, ji bo navçeyên kurdî biparêzin, “em dê wan bişînin Kutdistana Suriyeyê.”
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînek taybet digel kanala El-Cezîre, beşa înglîzî, ji bo cara yekemîn eşkere kir ku kampa perwerde û rahênanê ya kurdên rojava li Herêma Kurdistanê heye.
Barzanî di vê derbarê de got:
– Hêjmarek ji ciwanên kurd ên reviyane herêma Kurdistanê, hatine perwerdekirin. Em naxwazin bi awayekî rasterast destlêwerdana rewşê bikin. Lê perwerde û rahênan bi wan hatiye kirin.
Mesûd Barzanî di berdewama hevpeyvîna xwe de rdibêje ku, hêşta ew ciwanên perwerde û rahênan dîtine, ji bo Sûriyê nehatine şandin:
– Lê armanca me jê ewe, eger di dema derketina artêşa rejîma Sûriyê ji deverên kurdan valahiyek di ware asayîş û emniyetê de çêbibe, ji bo pirkirina wê valahiyê û parastian emniyeta deverêna kurdan em wan bişînin.
Barzanî ew yek jî got ku, ew hêza hatiye perwerde kirin ji kurdên ji artêşa Sûriyê veqetiyane û hatine herêma Kurdistanê pêk tê. Fermanê ji encûmena bilind a berî du heftiyan li bajarê Hewlêrê pêkhatî ku, ji du aliyên serekî yên kurdên Sûriyê pêk tê, werdigre.
Serokê Kurdistanê dibêje ku, ew hêz neçûye suriyê, lê herdema pêwîstî pê hebe ew amade ne biçin:
– Ew hêz neçûne Sûriyê û hêşat li vê derê ne. Ger pêwîstiya wê civata bilind bi wan çêbû, wê biçin. Ger na, wê li bendê bin heta rewş yekalî dibe. Ji ber ku xelkê wê navçeyê ne û di dawiyê de wê her vegerin. Armanca vê jî dagirtina valehiyek ku dirûst bibe ye.
Mesûd Barzanî derbarê hevgirtina aliyê kurdên Sûriyê de jî got:
– Arîkariya herî baş a ku em bikarin ji wan re misoger bikin, ew e ku pêgeyeke wan a hevgirtî hebe û em di wê de jî bi ser ketin.