Cîhan

Suriye bi çekên kîmyawî cîhanê tehdît dike

Çikas rejima Suriye dikeve di tengasiyê de ewkas jî tirsa ku rejim gava dawî dikare çekên kîmyawî karbine zêde dibe.

Li serve yekê Israîl, bi zimanek fermî da xûyakirin ku ew rê nadin ku Suriye çekên kîmyawî kar bîne. Eger Suriyê vê yekê bike dê Israîl êrîşê Suriye bike.

Herweha tirsek mezin heye ku, çekên kîmyawî yên suriye  dikare bive di destê hinek rêxistinên wek Hizbullah de , ev jî di herêmê de dibe tehdîtek

Îro li Şamê nûnêrê wezereta derve yê suriye daxuyaniyek da û got: Suriye tu cara çekên kimyawî li dijê gel kar nayne.Lê eger midaxeleyek derve li ser Suriye çêbibe, hinge Suriye çekên kîmyawî kar tine.

Back to top button