Rûsya dixwaze HSD bajarokê Eyn Îsayê radestî rejima Surî bike.
Li gora rojnameya Şerq El Ewset li ser zarê jêderekî leşkerî yê ji Encûmena Leşkerî ya Eyn Îsa ya ser bi HSDê ve belav kir ku, berî du rojan li binkeya Rûsya ya li Eyn Îsayê civînek di navbera wan, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de hat kirin.
Li gorî raporta wê rojnamê, fermandarên Rûsî di civînê de ji HSDê re tekez kirin ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî bigire.
Li gorî agahiyan, fermandarên Rûsî daxwaz ji HSDê kirin ku bajarokê Eyn Îsayê radestî artêşa Sûriyê bike, ta ku rê li ber gefên Tirkiyê bigire.
Wî jêderî da zanîn, Rûsya pêşniyaz kiriye, HSD wek li Heseke û Qamişlo, çargoşeya ewlehiyê li Eyn Îsayê dayne û dezgehên Hikûmeta Sûriyê û yên Rêveberiya Xweser lê bêne danîn, bi mercê ku ala Sûriyê li ser dezgehên Rêveberiya Xweser bê bilindkirin.
Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Sipî ve ye. Li ser riya navdewletî M4 e û 55 K.M li bakûrê Reqayê dikeve.
Zêdetirî 45 rojan e herêma Eyn rastî topbarana grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve tê.
Li gor zanyariyan, ji roja 17ê meha borî û heta duhî, di encama êrîşên grûpên çekdar û Tirkiyê de, 4 welatiyên sivîl hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.