Polîtîk

Prosesa stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê bi dawî nehatiye

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de  diyar kir ku, prosesa stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê bi dawî nehatiye.

Fuad Hisên, ji AKnewsê re got, proseya stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî berdewam e û têkneçûye, “lê ev pirs diçe parlamentoya Îraqê û wê çaxê dê diyar bibe ka dengên pêwîst bo stendina baweriyê ji Malikî hene yan na ku ev jî pêwîstî bi biryara siyasî heye.” 

Hisên got:

–  Herêma Kurdistanê naxaze li Iraqê alozî hebe û em aloziyê çênakin. Jixwe aloziya ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye çêkirin tenê dijî kurdan nîne lê li hember hemû Iraqê ye. 

Fuad Hisên got jî ku, lîsteya Iraqiye bi serokatiya Eyad Elawî, erebên sunnî û şîye bi awayekî aşkere li dijî vê aloziyê ne û hinek endamên lîsteya hevpeymaniya niştimanî jî ku, Malikî serokatiya wê dike,  li dijî vê kirîzê ne. 

Di bersiva vê pirsê de ‘çima Muqteda Sedr ji stendina baweriyê ji Malikî vekişiyaye’, Hisên, got, divê ev pirs ji wan bê kirin lê ez bawer nakim wî xwe ji vê yekê vekişandibe. 

Piştî ku serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê red kir, lîsteya hevpeymaniya niştimanî ku, ji lîsteya dewleta yasa, lîsteya Sedr û çend lîsteyên din yên şîye pêk hatiye, projeyek reformê amade kir û  dê pêşkêşî hemû aliyên siyasî yên Iraqê bike.

Li dor projeya reformê ya hevpeymaniya niştimanîya Iraqê de jî, Hisên got: “Em nikarin li ser wê yekê tiştekî bêjin, ji ber ku, ew projeya reformê ya wan û nêrîna wan e

Back to top button