PDKê qet destkarî li hilbijartina Mîr û Babe Şêxê nû de nekiriye.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmud Mihemed derbarê îdîayên destwerdana PDKê ya ji bo tayînkirina Babe Şêxê êzidiyan de daxûyaniyek weşand.
Li gor daxuyaniya berdevkê PDKê tekez li ser vê yekê dike ku “Hêzên dixwestin Şingalê ji Kurdistanê qût bikin û bi riya Şingaliyan xwe wekî yasayî nîşan bidin û yên ku ji bilî zirarê ti sûda wan ji Şingaliyan re tûne bû hewl didin têkiliyên li gel Şingaliyan têk bibin.”
Her wiha destnîşan kir ku wekî PDK qet destkarî li hilbijartina Mîr û Babe Şêxê nû de nekiriye.
Berdevkê PDK dibêje, “Baweriya me bi azadiya netewe, dîn û mezheban heye. Da ku ev bîr û baweriya me reng bide, me di destûra (makezagon) Iraq û proje yasaya Herêma Kurdistanê de jî da bi nivîsandin.”
Her wiha hat diyarkirin ku PDK herdem bûye daxwazkarê maf û azadiya hemû dezgehên Kurdistanê. Lewma PDK hewl da ku êzidî bi fermî bibin beşeke sereke yê neteweyê Kurdistanê.
Di daxûyaniyê hat gotin ku, “Em xwe wekî parêzvanê maf û azadiya hemû pêkhateyên Kurdistanê dizanin. Lewma me hewl da kurdên êzidî wekî beşekî resen yê neteweyê me azadiyeke bi temamî hebin; Di warê bîr û baweriya dînî, rêûresman û diyarkirina payeyên civakî û dînî de. Me qet destê xwe nekiriya di mav karû barên wan re.”
PDK da zanîn ku piştî koça dawîn a Mîr Tehsîn beg û Babe Şêx, gelê êzidî bi xwe yên nû hilbijartine.
Berdevkê Partiyê pîrozbahiyê li gelê êzidî kir û got,
“Em ji bo xwîşk û birayên kurdên êzidî radigîhînin ku di vê rewşa heyî de , ji her demê zêdetir pêdiviya hemwelatiyên me bi yekrêzî û yekitiyê heye.
Li vir ji bo hemû Şengaliyên camêr û xweragir, bi taybetî hemû welatiyên Kurdistanê radigihînin; Me wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji dûr û nêzîk xwe têkilî çawaniya diyarkirina pile û payeyên civakî û dînî yên xwişk û birayên me êzidî nekiriye.
Em rêz li encama civînên hilbijartina babe Şêx û biryaran digrin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin.
Herwiha em dilniya ne ku Şingalî ji wan xelkên biyanî mezintir û şarezatir in ku yên dixwazin nakokî û duberekiyê peyda bikin.”