PKKê bi rêka çend serok eşîrên ereb daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kiriye xaleka rêkeftina Şingalê biguherîne da ku hêzên wan bikarin li Şingalê bimînin.
Li gorî agahiyên ku ketine destê BasNewsê, PKKê bi rêka çend serok eşîrên ereb, ku li ser navê xelkê Şingalê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re hevdîtin kirine, daxwaz kiriye hêzên wan li Şingalê bimînin û xala rêkeftina Şingalê ya ku behsa derxistina hêzên PKKê dike jî, li ber çavan re derbas bikin.
Li ser vê mijarê, şîretkarê serokê hikûmeta Kurdistanê di karûbarên êzîdiyan de, Şêx Şamo ji BasNewsê re got, ew serok eşîrên ereb heta niha li ku bûn! Ew ti carî nûnertiya xelkê Şingalê nakin.
Şêx Şamo her wiha got, rêkeftina Şingalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin û ti aliyek jî nikare pêbendî wê nebe. Helbet em ne di wê baweriyêde ne hikûmeta Iraqê wê daxwazê qebûl bike. Ji xwe ew rewşa ku niha Şingalê tê de ye, destê wan jî tê de heye.
Şîretkarê serokê hikûmeta Kurdistanê anî ziman ku hikûmeta Iraqê gihîştiye wê baweriyê ku rewşa Şingalê bêyî hikûmeta Kurdistanê nayê çareserkirin û got, ji ber wê jî bi hikûmeta Kurdistanê re rêkeftin kiriye. Eger wisa nebûya dê bi ereb û PKKê re rêkeftin kiriba.
Şêx Şamo da zanîn, li Şingalê tenê 12 serok eşîrên ereb hebûn. Ev qas serok eşîrên ereb li ku hatine! Ji ber wê jî eşkere e ye ew ne xelkê Şingalê ne û darê destê neyarên Şingal û Kurdistanê ne.
Bi gotina Şêx Şamo, heta ew hêzên han ji Şingalê neyên derxistin, rewşa Şingalê normal nabe.