Basek a rêwîya ku ji başûrê Kurdistanê diçûya Samsuna bajarê Tirkiye, li Rihayê qulibî û di encam de 29 kes birîndar bûn û rewşa du birîndara girane.
Rêwiyên basê piraniya wan kurdin û hinek jî hemwelatiyê Iraqê ne. Bas ji Silêmaniyê ji bo geştekî diçûya Samsunê li ser behra Reş. Li devera Rihayê bas ji rê derket û qulibî. Di encam de 29 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda li deverê.