Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyê ya Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ev êrîş li dijî hemû destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye.
Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn derbarê tevger û êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyeke belav kir û ragihand êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên Kurdistanê diselmîne ku PKK ji bo têkdana asayîşa Herêma Kurdistanê kar dike.
Cîgirê Wezîrê amaje bi wê yekê jî kir bi êrîşên xwe bo ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê rastiya PKKê derketiye holê ku ew kar ji bo têkana asayiş û ewlehiya Herêma Kurdistanê dike.
Herwiha Serbest Lezgîn tekez jî kir êrîşa PKKê ne li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê ye, li dijî hemû destkeft û xebat û qurbanîdana xelkê Herêma Kurdistanê ye.