PolîtîkRojev

Kiryarên PKKê tirsek mezin xistiye dilê hemû Kurdistaniyan

Diakurd şerê birakujiyê şermizar û aramkirina rewşê daxwaz dike.

Li başûrê Kurdistanê li dewera Amêdiyê di encama êrîşeke gerîlayên Partiya Krêkarên Kurdistanê (PKK) ya li ser Hêzên Pêşmerge, mixabin pêşmergeyek şehîd bû û du pêşmerge jî birîndar bûn.

Ew bûyera ku di 4/11/2020 rû da, tirs û nîgeraniyek mezin xistiye dilê hemû Kurdistaniyan.Herêm û desthilata başûrê Kurdistanê tenha cihe ku ala pîroza Kurdistanê bi fermî lê hatiye hildan û di qada navneteweyî de wek herêma Kurdistanê hatiye nasîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê destkeftineke hemû Kurdistaniyan e, û erkê hemû Kurd û Kurdistaniyane wê biparêzin. Hêzên beşên din yên Kurdistanê pêwîste hestiyariya dewerê berçav bıgirin. Partiyên rojhilatê Kurdistanê nimûneyek ji wê hesta berpirsiyaretiyê ne.

Ger çî ew bi salane li başurê Kurdistanê bi cîh bûne, di hemû warên jiyanê de berjewendiyên başurê Kurdistanê parstine û rêz li serweriya başûrê welatê xwe digirine.Peymana di nevbera hikumeta navendî ya Êraqê û Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Şengalê mafê rêveberiya herêma Kurdistanê ye, mafê tu hêz û grubêk çekdar niye dijî wê derkeve. Şengal Kurdistan e, ne Êraq.Her wiha teqandina lûleya nefta Kurdistanê, destdirêjiyeke li ser berjewendî û debara hemwelatiyên Kurdistanê û bi tu awayî nahête qebûlkirin.Şerê birakujî û navxwyî tenê malwêraniye û zererê dide hemû kurdan û hemû beşên Kurdistanê. Di rewşeke wiha de destkeftên başûrê Kurdistanê têne heder kirin, bandorekî xirab li ser pêvajoya lihevhatina aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û her wiha dikeve tevgera Kurdistanî ya li rojhilatê Kurdistanê dike.

Daxwaz û hêvîyên me ew e ku ev şer dewam neke, berfirehtir nebe û rê li karesatên mezintir veneke. Divê hemû pirsgirêk bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin.Em bangî rêvebirîya Partiya Krêkarên Kurdistanê dikin ku rêzê li hebûn, îrade, serwerî û biryarên perleman, hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê bigirin.Em bangî hemû sazî û rêxistinên Kurdistanî dikin, ku em bi yek helwestî rê li ber, tûndûtûjîyê bigirin û ji bo rêyên diyalogê hewlên ciddî biden.

Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diaspora (Diakurd)

6/11/2020

Back to top button