Piştî ku parastina başûrê Kurdistanê çend planên êrêşên PKKê pûç kir û ji deh kesan zêdetir PKK yî jî girtin, êdî xweya kir ku PKK li ser xwestina dewletên dagirker,ji bo têkbirina statuya Kurdan ,li başûrê Kurdistanê hazirîya şer dike.
Li herêma Amêdîyê teqandina mayinan ,bi şehîd kirin û birîndar kirina pêşmergeyan ,kişif bû ku PKKê li başûrê Kurdistanê dest bi şer kir.
Eger dewletên mezin , Amerîka û dewletên din midaxeleyî ev kiryarên gemar nekin û ço li rê PKKê û mamosteyên PKKê nedin ,şerê li başûrê Kurdistanê mezin be.
Armanc,têkbirina dewleta federal a başûrê Kurdistanê ye.Ji bo vê hukumeta Kurdistanê mecbûr e ku destkeftîyên netewî û Kurdên başûr biparêze.
Ev şer ,di bin navê PKKê de şerê dewleta Kurdistanê û şerê dewletên dagirker e.Bila tu kes nebêje ev şer,şerê birakujî yê ye.
Eger PKK bi rastî bira be,birayên xwe yên Pêşmerge nakujê,eger PKK bi rastî bira be ,lazim e di her warî de piştgirîya destkeftîyên me yên netewî li başûrê Kurdistanê bike û çalakîyên eskerî di herêmên xwe de li dijî dagirkerên Kurdistanê pêk bîne û hewil bide xwe da ku Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî azad bike.
Dewleta federal a başûrê Kurdistanê, piştî ji sed salî zêdetir tekoşîn ,çend car komkujî û li ser xwîna bi sedhezaran şehîd hatiyê damezrandin.
Dewleta federal a li başûrê Kurdistanê,hêvî û pêşeroja kurdên her çar beşên Kurdistanê ye.
Ji bo vê,kurdên hinek xwedîyê wicdan mecbûr in dewleta Kurdistanê ya li başûrê welatê me weke çavên xwe biparêzin.
Ki dibe bila bibe, eger bixwaze li başûrê Kurdistanê alozî derxîne,aramîyê tek bibe,destikê Faris,Ereb û Tirkan e,xiyanetî li Kurdistanê dike.
Kurdên ku li dijî xîyaneta PKKê helwestê negrin û piştgirîya dewleta federal a li başûrê Kurdistanê nekin,ew jî qiwasî xayinan sûcdar in.
Bijî dewleta federal a başûrê Kurdistanê.
Mustafa Kiliç
Çavkani: Ji facebook a Kiliç