Pisporê ji devera Akrê Merdan Xidir Mistefa li ser kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Îro em kiryar û reftarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê dibînin, ne reftarên hêzeke Kurdî ne.”
Merdan Xidir Mistefa ji Akrê beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û li ser destwerdan û kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê bersiv da pirsên Cemal Batun.
Mistefa destnîşan kir: “Îro em kiryar û reftarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê dibînin, ne reftarên hêzeke Kurdî ne, hemû reftarên wan reftarên hêzeke dagirker, kiryarên wan kiryarên terorîstî, çeteyî, armancên wan ne ku armancên bo xelkê Kurdistanê û bo Kurdistanê bi giştî ne. Armancên wan têkdana wan destkeftên xwîna bi hezaran şehîdan ên bi dest hatine, dîsa ev kiryar û reftarên PKKê bi ronî wê çendê diyar dikin ku ew dixwazin şerekî din ê birakujî bînin nav xaka Herêma Kurdistanê. Hemû pêngavên wan, reftarên wan rêznegirtin e li saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê, rêznegirtin e li Parlementoya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serokatiya Herêma Kurdistanê.”
Pisporê ji devera Akrê Merdan Xidir Mistefa diyar dike: “Eva Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, ne di berjewendiya vê armancê ye, ne di berjewendiya hîç Kurdekî û hîç partiyeke Kurdistanê de ye, eva PKK dike bi heqîqet hemû pêngavên wê ji bo têkdan û nehêlan û jidestçûna van deskeftan e, ku li Herêma Kurdistanê û li vê parçeya Kurdistanê bi dest anîne.”
Merdan Xidir Mistefa destnîşan kir ku qada PKKê bakurê Kurdistanê ye û got: “Bakurê Kurdistanê hêlaye, destpêkê hatiye ser sînoran, niha sînor jî bezandiye hatiye nav gundan, heta hatiye nav bajaran. Herêma Kurdistanê bi heqîq her gav penagehek bûye ji bo partî û ji bo birayên me yên Kurdên parçeyên din. Partiyên din ên Kurdistanê her dem pabendî û rêz bo destkeftên Herêma Kurdistanê nîşan dane.”
Mistefa herwiha dibêje: “Ev kiryarên PKKê, ev reftarên PKKê nîşana wê yekê ye ku biryara PKKê di destê PKKê de nîne. PKK hêzeke arastekirî ye. Armancên wê cîbicîkirina armancên dijminên Kurdistanê ye.”
Merdan Xidir Mistefa eşkere kir: “Em li devera xwe dibînin, li devera Akrê, bi taybet li devera Zêbarê bi dehan, bi sedan gund hene Herêma Kurdistanê proje ji bo wan birine, projeyên avê, dibistan çêkirine, rê çêkirine, lê belê ev gund roj bi roj rêjeya valabûna wan zêdetir bûye. Çimkî reftarên PKKê li wan deveran reftarên çetegerî ne.”
Duh li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû û di encama wê êrîşê de pêşmergeyek şehîd bû.
Herwiha duh çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Çemankê êrîş kirin ser hêzeke Polîsê Petrol û Gazê ku li wê deverê erkê xwe cîbicî dikirin, di encama êrîşê de du polîs birîndar bûn.
Çend roj berê jî çekdarên PKKê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya li sînorê Tirkiyê teqandibûn û rayedarên Herêma Kurdistanê eşkere kirin ku ji ber teqandina boriya petrolê, rojane 10 milyon dolar zirar digihe Herêma Kurdistanê.