PolîtîkRojev

ENKS bi tundtirîn gotin êrîşa PKKê şermezar dike

ENKSê têkildarî bi minsabeta êrîşa PKKê li ser hêza pêşmerge daxuyaniyek da û tdibêje ku dive PKK destwerdanê di karûbarên navxweyî yên perçeyên Kurdistanê de neke û pêwîst e rêzê li yasa û serweriya Herêma Kurdistanê bigire.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa PKK bo ser Pêşmerge li nahiyeya Çemankê li parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistnê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ENKS de hatiye, di dema ku serkirdayetiya Herêma Kurdistanê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê di hemû warên siysî, aborî û îdarî de bipêş dixîne, di 4ê Mijdarê de grûpeke PKK êrîşeke çekdarî bir ser hêzên Pêşmerge li nahiyeya Çemankê li parêzgeha Duhokê û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û du pêşmergeyên din birîndar bû.

ENKS dibêje ew “bi tundtirîn gotin vê êrîşa PKK li ser Pêşmerge şermezar dike” û ji PKK dixwaze ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê li gor destûra Iraqê bigire.

Herwiha ENKS ji PKK dixwaze ku rêzê li taybetmendiya her parçeyên Kurdistanê bigire û bi taybetî parastina tecrubeya Herêma Kurdistnê.

ENKSê di heman demê de got: “Divê PKKê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de neke û pêwîst e rêzê li yasa û serweriya wî bigire.”

Back to top button