Sekretera Parlementoya Kurdistanê Mûna Qehwecî derbarê êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li Duhokê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de eşkere kir ku êrîşa PKKê bi tundî şermezar dike.
Mûna Nebî Qehweçî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de da zanîn: “Êrîşa çekdarên PKKê ya îro bo ser hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar dikim û radigihînim Herêma Kurdistanê xwedî serwerî û qewareya siyasî û meşrû ya hemû xelk û pêkhateyên ciyawaz ê Kurdistanê ye, Pêşmerge jî yekane hêza yasayî û meşrû ya Herêma Kurdistanê ye.”
Herwiha Mûna Nebî Qehwecî da zanîn “her êrîşêk bo ser hêzên Pêşmerge weke êrîşeke ser temamê Herêma Kurdistanê û xelkê dizanin. Li gor hestiyarî û berpirsiyariyê parastina qewareya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên bilind ên gelê me. Her hewleke şerê birakujî û xwebixwe red dikim. Pêwîst e PKK rêzê li serwerî qewareya Herêma Kurdistanê bigire û êdî nebe kêşe bo ser hikûmeta herêm û xelkê, nebe sedema têkdana pêkvejiyana aştiyane û tebaya siyasî û yekrêziya aliyan”.
Di beşeke din a daxuyaniyê de Mûna Qehwecî amaje bi wê yekê kiriye: “Herêma Kurdistanê bi çendîn qeyranên dijwar ên aborî û tendirustî re derbas dibe û roj bi roj tesîra wan li ser hemwelatiyan derdikeve û barê jiyan û debara xelkê giran bûye. Ji ber wê yekê pêwîst e hêzên serekî yên Kurdistanê bizanin bo parastina mafên Kurdistanê qewareya Herêma Kurdistanê parastî be û pêwîst e yekrêz û hemaheng bin û dûr bin ji êrîşên ser hevdu. Qehwecî amaje bi wê yekê jî kir şerê birakujî ji aliyê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ve hatiye heramkirin û careke din nabe rû bide û her hewlekê wiha tawaneke li dijî berjewendiya bala ya gelê Kurdistanê tê qebûlkirin.”
Îro li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû û di encama wê êrîşê de pêşmergeyek şehîd bû.
Herwiha vê êvarê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Çemankê êrîş kirin ser hêzeke Polîsê Petrol û Gazê ku li wê deverê erkê xwe cîbicî dikirin, di encama êrîşê de du polîs birîndar bûn.
Çend roj berê jî çekdarên PKKê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya li sînorê Tirkiyê teqandibûn û rayedarên Herêma Kurdistanê eşkere kirin ku ji ber teqandina boriya petrolê, rojane 10 milyon dolar zirar digihe Herêma Kurdistanê.