PolîtîkRojev

Kurdisanê hêzên Pêşmerge diparêze ne PKK

erokerkanê Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Êmînkî derbarê êrişa gerîlayên PKKê li bajarokê Çemankê ya bo ser hêzên Pêşmerge de ragihand ku li ser rêya karwana Hêzên Zêrevanî TNT teqiya û di encamê de pêşmergeyek birîndar bû û du pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Cemal Êmînkî herwiha dibêje “Herêma Kurdisanê, Hêzên Pêşmerge diparêze ne PKK. Mafê Pêşmerge ye biçe her cihekê û bicih bibe û berevaniyê bike”

Serokerkanê Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Êmînkî ji Rûdawê re ragihand ku îro li devera Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiya ve Pêşmergeyên Yekîneya 80 bi mebesta serdan çûne navçeyê, ku li wê herêmê Hêzên Pêşmerge hebûn û herwiha gerîlayên PKKê jî hene.

Cemal Êmînkî da zanîn ku di dema serdana karwana Pêşmerge de li ser rê TNT hate teqandin û di encamê de pêşmergeyek şehîd bûye û du pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Bi gotina Cemal Êmînkî piştî teqînê gerîlayên PKKê teqe jî li Pêşmerge kirin û ew wê yekê weke karekê têkderan binav dike.

Êmînkî amaje bi wê yekê kir ku PKK dixwaza şer di nav Kurdan de bide destpêkirin û got: “Piştî bûyerê hêzek li Serêkanîka nêzîk navçeyê, dema bi hawaran wan ve diçe TNT bi wê hêzê ve jî teqiya û ziyan bi hêzên zêrevanî bûye û kes ji Hêza Zêrevan birîndar bûn. Ev jî kareke dêkderan e.”

Serokerkanê Pêşmergeyên Kurdistanê herwiha amaje bi şerê DAIŞ û belavbûna hêzan û parastina navçeuîm li jêr metirsiya DAIŞê kir û got: “Herêma Kurdisanê, Hêzên Pêşmerge diparêze ne PKK. Mafê Pêşmerge ye biçe her cihekê û bicih bibe û berevaniyê bike, ne PKK. Cihê PKKê Tirkiye ye. Bila ew biçin Tirkiye pirsgirêka xwe ligel dewleta Tirkiyê çareser bikin.”

Back to top button