Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrîşa li ser Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Ala Kurdistanê peyamek belav kir û tê de aşkere kir jimareyek tohmetbar hatine desteserkirin.
Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser Twitterê Mistefa Kazimî belav kiriye: “Em li dijî destdirêjiyên ser baregeha PDKê ne, me hinek kes desteser kirine, em li pey ewên din in jî.”
Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê twitterê, têkildarî bûyera îro ya li Bexdayê ya êrîşkirina ser baregeha PDKê peyamek bi herdu zimanên Kurdî û Erebî belav kir.
Kazimî di destpêka peyama xwe de dibêje, “vegera bo pevçûnên tayifî nîne, yan bi dijminkirina ji birayan ji bo amrazên siyasî û me ev qonax bi hev re derbas kir.”
Serokwezîrê Iraqê di peyama xwe de amaje bi herdu êrîşên li Beled û Bexdayê dike û dibêje: “Tawana li Beledê redkirî ye, herwiha destdirêjiya li ser baregeha PDKê. Em li dijî destdirêjiyên li ser Iraqiyan radiwestin, me hinek kes desteser kirine ku dest têde hebûn, em li pey ewên din in jî.”