Piştî serdana sekreterê giştî yê NATOyê ya Tirkiye, wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu çû Azerbeycanê daku pirsgirêka Azerbeycan û Ermenistanê gotubêj bikin. Çavuşoglu dê li gel serokkomarê Azerbeycan Heyder Aliyev û wezîrê derve yê vî welatî hevdîtina bike.
Di serdana sekreterê giştî yê NATOyê ya Tirkiye de pirsa şerê Ermenistan û Azerbeycanê berfirehî hatibû gotubêj kirin. Tê zanin ku Tirkiye pişgiriyek eşkere ya Azerbeycanê dike û ev yek jî bi awayek fermî daye xûyakirin.
Ji bo sekinandina şer û pêkanina diyalogê di navbera herdu aliyan de, wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo, wezîrê derve yê Rusya Sergey Lavrov û wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian peyamek hevbeş imzekirin û bangî herdu aliyan jî kirin.
Wek din serokê Rusyayê Putin bi rêya telefonê li gel serokê Ermenistanê pêwendiyek danî û herweha Lavruv jî pewendiyek li gel wezîrê derve yê Azerbeycanê danî.
Şer berdewam e, lê hewldan ji bo sekinadina şer jî hene.