PolîtîkRojev

”PAKê Komxebata xwe ya Vîdeokonferansê li dar xist

PAKê civîna xwe bi rêya online pêkanî û di vê derbarê de Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihandin.

Daxûyanî:

PAKê Komxebata xwe ya Vîdeokonferansê  li dar xist

PAK di roja yekşemê,18.10.2020ê de li Enqereyê dê 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe.

Meclîsa Partîyê ya PAKê biryar dabû ku berîya 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî, bi armanca amadekarîya Kongreyê li Amedê  bi beşdarîya  delege, endam û alîgirên PAKê û bi beşdarîya mêvanên ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelê me  Komxebatekê li dar bixe.

Lê  ji ber xeterîya şewba koronayê, ev Komxebata fiîlî hate betal kirin û li şûna wê bi eynî armancê di roja yekşemê, 04.10.2020ê Komxebata Vîdeokonferansê ya  Amadekirina 2yemîn Kongreya Giştî ya PAKê hate li dar xistin.

KomxebataVîdeokonferansê bi beşdarîya nêzîkî 90 delegeyên ku ji Kurdistanê, Tirkîyeyê û ji Ewrûpayê hatibûn tesbît kirin li dar ket.

Piştî ku Dîwan a Komxebatê hatin hilbijartin, Dîwanê reşnivîsa Rojeva Komxebatê pêşkêşî delegeyan kir û Rojeva Komxebatê hate qebûl kirin.

Komxebat bi rêzgirtina ji bo şehîdên  Kurdistanê destpê kir.

Li gorî rojava ku hatibû qebûl kirin,Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik di derbarê xebatên PAKê yên 3 salên bihurî de û di derbarê rewşa Kurdistanê, herêmê û cîhanê de axaftinek kir.

Piştî axaftina Birêz Mustafa Özçelik, delegeyan hem hemû raporên xebatê û hem jî treşnivîsa bernameya xebatê ya PAKê ya jibo 2 salên pêş  ku berîya Komxebatê ji delegeyan re hatibûn pêşkêş kirin nirxandin,  bîr û ray û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Nêzîkî 90 delegeyên Komxebata PAKê, 10 seetan bi dîsîpleneke rêk û pêk, li ser dîgital platformê, bi awayekî serkeftî û berhemdar Komxebata  xwe li dar xistin.

Jibo xurt kirin  û nû kirina Meclîsa PAKê bi beşdarîya jin, genc û kadroyên nû,biryarên hêvîdar hatin girtin.

Herweha piştî nirxandineke berfireh, bernameya xebatê ya  PAKê ya 2 salên pêş de hate tesbît kirin.

Komxebatê , ji bo midaxale kirina pêvajoya sîyasî ya li Bakurê Kurdistanê, biryarên girîng  girtin.

Biryar û pêşniyarîyên ku di Komxebata Vîdeokonferansê ya ji bo Amadekarîya 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê hatine girtin,  di 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê ya ku di roja 18.10.2020ê li Enqereyê  dê bê li dar xistin de weke fermî dê bêne  pejirandin.

Li gel rewşa xerab a ku ji ber şewba koronayê rûdaye jî, li dar xistina Komxebata Vîdeokonferansê ya PAKê,  di meşa doza azadîya Kurdistanê de jibo PAKê û jibo gelê me destkeftineke mezin bû.

06.10.2020

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button