Keçeke Kurdê xelkê bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ku li Almanya dijî, xelata niştimaniya xweguncandinê ya sala 2020 ya Almanya wergirt.
Bêjîn Hesen li sala 2014 ve koçberê Almanya bûye û bi awayeke bi lez fêrî zimanê Almanî bûye, xwe li gel civaka Almanî guncandiye. Ew keça Kurd li projeyek da bi navê “li gel Bêjîn fêrbin” li rêya grupeke facebook bi zimanên Kurdî, Almanî, Îngilîzî û Erebî hevkariya 155 jinên koçberê nîştecihê Almanya fêrî zimanê Almanî kiriye û hêsankariyê ji bo têgihiştina wan li civak û karubarê rojane û yasa û rêsayên Almanya kiriye.
Xelat 10 hezar Euroye û ji aliyê Angela Merkel Şêwirmenda wî welatî ve bi wê keça Kurd hatiye bexşîn.