KulturRojev

Paulownia an ku Spîndara Çînî hez ji Kurdistanê kir

Piştî ku çendîn sale dara bi navê Paulownia an ku Spîndara Çînî li Kurdistanê hate çandin û belavkirin, eşkere bû ku ew dar hez ji axa Kurdistanê dike zû geş û mezin dibe, niha roj bi roj rêjeya çandina Spîndara Çînî jî zêde dibe.

Cotyarek li gundê Kendî ya ser bi nahiya Qesrokê yekemîn care li ser asta parêzgeha Dihokê cureya dara bi navê ”Paulownia” diçîne. Cureya vê darê ji derveyê welat ji bo Kurdistanê hatiye şandin.

Mehdî Dekanî cotyarê dar çandinê eşkere kir ev cureya darê, bihatirîn dare li cîhanê‌ ji bo karên dartaşiyê tê bikaranîn sedan cureyên kelûpelên nav malê‌ û fermangehan jê têne çêkirin. Eve pênç heyve ev dar hatine çandin û ji welatê Îtalya şitlên van daran ji bo me hatine. Zêdetirî 16 hezar dar hatine çandin heta pênç salan têne bikaranîn ji aliyê dartaşan ve.

Back to top button