Cîhan
Îran: Divê tirkiye hêzên xwe ji Iraq û Suriyê derbixe
Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Îranê ragihand ku hebûna hêzên tirkiye li Sûriyê û Iraqê dibe sedema wê yekê ku rewşa deverê zêdetir aloz bibe û got: Raste berpirsên tirkiye dibêjin hebûna hêzên wan li Sûriyê û Iraqê ji bo parastina asayîşa tirkiyê ye, lê belê tiştê heta niha me dîtî tirkiye nekariye asayîşa xwe wisa biparêze û baştire hêzên Iraqê û Sûriyê li ser tixûban bin û ew bi xwe tixûbên xwe biparêzin.