PolîtîkRojev

UNITAD proseya lêkolîna li tawanên Da’îş dirêjkir

Çekdarên rêxistina Da’îş li sala 2014 heta sala 2015 tawanbarin bi komkujî û kuştin û birînan. Gelek car pirsiyar tê kirin kî komkujiyên Da’îşê bi belge dike û navên encamderan jî dide Dadgehê. Tîma lêkoleran li tawanên Da’îş ku naskiriye bi UNITAD ser bi Neteweyên Yekgirtî ye û bersîva van pirsiyaran dide ku piştî tîma wan li 2017 hatiye damezrandin dest bi lêkolînê kirine.

Roja 18ê Eylûlê Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî bi giştiya dengan dirêjkirina biryara tîma lêkolîna lêpirsînê li tawanên Da’îş (UNITAD) heta 18ê Eylûla 2021 dirêjkir. Dirêjkirina wê li çarçêweya biryarnameya (2544) ya 2020 û li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê bûye.

Kerîm Esed Ehmedxan Serokê tîmê pêşwaziyê li “komdengî” ya biryara Encûmena Asayîşê kir heman demê de sozê jî da UNITAD li ser karkirina xwe ya li gel Hikûmeta Iraqê û ji bo cîhkirina wê biryarê berdewam dibê.

Back to top button