CivakRojev

Rêya Sihêla û Zumar hate vekirin

Rêveberê Nahiya Zumar eşkere kir ku piştî zêdetirê heft heyvan ji girtina rêya di navbera Sihêla û Zumar da ew rê bi awayeke fermî hatiye vekirin bi tenê ji bo welatiyane û niha trumbêlên barhilgir nikarin hatin û çûnê têda bikin.

Ehmed Ce’fer Gergerî got: Piştî zêdetirê heft heyvan rêya di navbera Sihêla û Zumar ji ber egerê‌n hatina Koronayê‌ hatiye girtin ku ne bi tenê ew rê belku hemû rêyên di navbera Herêma Kurdistanê‌ û bajarên din yên Iraqê hatine girtin ku eve demek bû rêyên serekî yên di navbera parêzgehên Hewlêr û Musil û Dihok hatine vekirin. Wekî Rêveberiya nahiya Zumar bi awayeke fermî me daxwaz ji hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û Asayişê kir ew jî wê rêyê vekin.

Her wiha got: Piştî givaşên me yên li ser artêşa Iraqê ew rê niha hatiye vekirin, lê belê bi tenê ji bo welatiyên asayî û trumbêlên barhilgir nikarin hatin û çûna wê rêyê bikin. Her welatiyekê Ereb ku îqama Herêma Kurdistanê hebê dikare bi rêya Bedrîkê qesta Herêma Kurdistanê bike.

Back to top button