CîhanRojev

McGurk biryareke Trumpa ya li ser Kurdan şermezar dike

Brett McGurk Nûnerê berê yê Serokê Amerîka ya ji bo şerê Dijî Da’îş, li twittek da biryareke Donald Trump şermezar dike û bi bîra wî tîne ku biryara vekişana ji Rojavayê Kurdistanê çi karesateke mirovî pêkaniye.

Ew balê dikşîne li ser axaftineke Donald Trump ku gotibû piştî bi cîh hiştina Rojavayê Kurdistanê ji bo Putîn û Erdogan hîç tiştek rû nade, paşê balê dikşîne li ser nûtirîn rapora rêxistina Neteweyên Yekgirtî ku encamên wê biryara Trump çi karesateke mezina mirovî li pey xwe de aniye.

Ew dibêje: Tawana ceng, veguhestina bi zorê, revandin, kuştin, dizî û talan beşekin ji wan tawanên li wê navçeyê rûdane ku Amerîka hêzên xwe jê vekişand û rewş li vê jî xeraptir dibe.

Back to top button