PolîtîkRojev

Rakan Ciburî reviya Qeterê û daxwaza mafê penaberiyê dike

Piştî ku biryara heta dadgehkirinê ya di derbarê gendelî û bi hederdana samanê giştî, geştkirina derveyê welat li ser parêzgerê Kerkûkê hate qedexe kirin, doh reviyaye Qeterê û tê gotin ku ji wir jî dixwaze biçê welateke din û venegerê.

Çavkaniyeke agahdar dibêje: Parêzgerê Kerkûkê sê sale her dema kêşeya dadgehkirinê ji bo wî pêktê, diçê Bexda û pere dide berpirsan û kêşeya xwe çareser dike. Lê vê carê Rakan Cibûrî Parêzgerê Sepandiyê Kerkûk ji bilî wê yekê ku ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve geştkirin lê hatiye qedexe kirin, serdana Qeterê kiriye û dixwaze bi yek carî venegerê û biçê welateke din bo ku xwe ji dadgehkirinê veşêrê.

Li gor zanyariyan eve çendîn care biryara dadgehkirina wî derdikeve, lê belê her carê diçê Bexda û pereyek dide berpirsên Iraqî û pirsa dadgehkirina xwe vedişêre, lê belê vê carê zaniye dadgehkirina wî rijde ji bo wê yekê jî reviyaye Qeterê.

Back to top button