Erka PKK: Şerê xeta netewî û dewletbûnê ye
Dema mirov li medya PKKê û şûrkêşên wê dinêre bi dijminatiya PDKê û Barzaniyan dest rojeva xwe dikin û bi awayek derewîn heta evarê vê yekê berdewam dikin. Nivîskar û lêkolinerên! PKKê dema behsa PDKê û Barzaniyan dikin ew bi xwe jî bi gotinin xwe ne bawerin. Lê ferman welê hatiye danîn û ew mecburin fermana hatî dayin pêkbînin.
Ev karê PKKê ye û erkê wê ye ku dijminetaiya hemû hêzek ku xwe li ser rêya dewletbûna Kurdistanê dibine bike. Ji bo PKK bigihe aramanca xwe ya ku nehêle dewleta Kurdî rojek ji roja bê avakirin PDK û Barzanîyan wek asteng dibîne.
Li vê derê PKK wek ji berî niha jî hatî gotin erka xwe li dijê xeta netewî ya Kurdistanê pêktîne. Pirs ne PKK ye, pirs ewin ku xwe ne hevalbendên PKKê didin nasandin, lê her gava ku firsendekî bibînin pişgiriya PKKê bi rêyên cuda dikin. Lê ji aliyek din ve jî behsa dewletbûna Kurdistanê car bi car dikin. Ew kes yan jî kesayet ji PKKê xetertirin û dibin tehdîtek mezin li ser rêbaza xeta netewî Kurdistanî. Ew li gora xwe dileyzin û xwe ji herdu alan jî neqetînin, lê nizanin ku di rojekî hem ji aliyî PKKê ve bi xiyanetê bêne itham kirin û hêdî kêrî tu aliyek din nayên jî. Ji ber ku PKK bi gelek ustahî bi kesayeta wan dileyze û wan pûç dike û tavêje.
Ew kes li bakur PKK yîne û li başûr PDK yî ne. Bê guman di vê xala zîz de gerek rexneyek li PDKê jî bê kirin ku rê dide van kesayetên ku di siyasetê de kurmiçîne, hestîyê ku bikaribin serê xwe bilind bikin di laşê wan de nemaye û ew her tim sernivzin.
Gelek cara ew kes xelkekî bi dijminetiya PKKê nav dikin û didin xûyakirin ku, “ Tu karê wan nemaye tenê dijminetiya PKKê dikin“. Gelo mirov ji van kesên pirreng û wek komkumokê bikaribin rengê xwe li gora keyfa xwe biguherin dikare çi bêje? Yek tişt heye hun tenê xwe dixapînin û her gotina hun dibêjin dê rojekî derkeve pêşiya we û siyaseta ku hun li başûr bêjin KAK û bakur bêjin HEVAL dê sere we bixwe.
Îro PKK gelek vekirî xwe ji bo şerê PDKê amade dike. PKK rojane dijminatiya PDK û Barzaniya wek stratejiyel siyasî dike, PKK hemû nirxên Kurdistanê red dike û hewldide sembolên Kurdistanê ji hole rake û nave KURDISTANê bide ji bîr kirin. Yan mirov hevalbendê vê siyasetê ye, yan jî mirov li dije. Rêyek din tuneye.
Dixweyê di vê dema dawî de li bakurê Kurdistanê û Tirkiye behsa hilbijartinên parlementoyê yên pêşwext tê kirin, partiyên siyasê li tifaqa digerin û hewldidin her yek ji aliyê xwe ve ji dengên zêde bigrin propagandeyan dikin û li tifaqa digerin. Ev yek bûye sedem cardin seydvanên parlementoyê di nava Kurdan de ketine di nava leptekî de. Hewldidin xwe bi HDPê şirîn bidin nîşandan da ku HDP wan bike berendamê parlementoyê. Ji bo vê yekê dijitiya PDKê û xeta netewî dikin. Ji bo wan ku bibin parlemeter ji her tiştekî girîngtir e. Berjewendiyên kesayetî û evîna parlementoya Tirkiye çavê wan kur kiriye.
Ew bawerin ku dema bibin parlementer li başûr jî bihayê wan zêde dibe û behtir dibin xwedî qîmet. Lê kesayet namîne. Bihabûna van kesan li başûrê Kurdistanê encama xeletiyek siyasîye û dive di vê yekê de bala PDKê bê kişandin û heta bêne rexne kirin.
Siyaseta durû mala Kurda xirab kiriye û bûye sedemek bingehîn ku Kurd li ser rêya netewî di siyasetê de qelsin.
Nûçe/Analîz