PolîtîkRojev

Dijî tirkiye, Yunanîstan û Fransa peymaneke serbazî îmza kirin

Piştî alozbûna peywendiyên Enqere û Atîna, Yunanîstan û Fransa peymaneke serbazî îmza kirin û Yekîtiya Ewrûpa jî, ji bo asayîkirina peywendiyên li gel Yunanîstanê hişyariya dawî da tirkiye.

Rojnameyên Yunanîstanê ragihandin ku berpirsên Yunanîstanê li gel Fransa gihîştine rêkeftina dawî ya îmzakirina peymana kirîna çekan ji Fransa. Li gor medyayên wî welatî diyartirînê wê peymanê kirîna 18 firokeyên serbazî yên cûreya Rafalin. Hewldanên Atîna ya ji bo kirîna çek û firokeyan di demek daye peywendiyên di navbera Enqere û Atîna ber bi aloztir ve diçin.

Ji aliyeke din ve jî berpirsên Yekîtiya Ewrûpa ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Yunanîstanê li Deryaya Navîn hişyariyên dawî dane tirkiye, bi berevajî eger tirkiye berdewam bê li kêşeyên xwe yên li gel Yunanîstanê, wê Yekîtiya Ewrupa tirkiye siza bide, berpirsên Yekîtiya Ewrupa eşkere kirin ku şansa dawî ya tirkiye ya ji bo baştirkirina peywendiyên li gel Yunanîstanê 24 û 25 ê vê mehê dibe.

Back to top button